Barzaniyê Nemir mîrateke mezin ji xebat û destkeftiyan ji gelê Kurd re hêla

Barzaniyê Nemir
Barzaniyê Nemir

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 122 sal bi ser bûna stêrkeke geş a asmanê xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê re derbaz dibin, ku ew jî Mela Mistefayê Barzanî ye.

Her di jiyê ciwantiyê de hesta neteweyî di dilê Barzaniyê Nemir de binecih bû û serkirdetiya bi dehan dastanên azatiyê li dijî neyarên Kurdan kiriye, heta digehe wê rojê ku li nexweşxaneyeke Waşintona paytexta Amerîkayê wexera dawiyê kir.

Mela Mistefayê Barzanî di qonaxeke dîrokî ya çarenivîssaz de xebat li dijî dagirkerên xwedî hêz û piştevanî hilbijart, ku gelê Kurd di serdemeke pirî azar û nexweşî de dijiya û ji bilî Xudê û rewatiya doza xwe û amadebûna kur û keçên xwe ji bo mirinê çi pişt û penayeke din nebû, lê bi îradeya bihêz û hebûna baweriyê bi xwe û doza xwe ya rewa, ji bo çirkeyekê jî baweriya wî serkirdeyê dîrokî yê Kurdan neleqiya û mîrateke mezin ji xebatgêriyê li dijî stem û zordariyê ji bo gelê xwe yê stemlêkirî li dû xwe hêla.

Ew karêzma li roja 14ê Adara 1903ê li gundê Barzanê hat ser dinyayê û her di jiyê ciwantiyê de hizira rizgarîxwaziya gelê wî di dilê wî de binecih bû.

 

Jiyan û wîstgehên xebat û têkoşîna Mela Mistefayê Barzanî:

Mela Mistefayê Barzanî kurê pêncê û dawiyê yê Şêx Mihemedê Barzanî li roja 14ê Adara 1903ê li gundê Barzanê hat ser dinyayê.

Di sala 1904ê de bavê wî Şêx Mihemed wexera dawiyê kir û birayê wî Şêx Ebdilselam erkê rêbertiya Barzaniyan wergirt.

Dema temenê Mela Mistefayê Barzanî 3 sal bû, hêzên Osmaniyan êrîşî devera wan kir û birayê wî Şêx Ebdilselan êxisîr kir û Mela Mistefa û diya wî jî 9 mehan hatin zîndanîkirin.

Mela Mistefayê Barzanî li sala 1919ê tevlî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bû û bû berpirsê hêzeke 300 kesî.

Li sala 1920ê Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa şand ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê, ji bo ku hevahengî di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-1932an de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandariya Pêşmergeyên ku şerê Înglîzan dikirin, kir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

Li sala 1932ê, dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Birîtanya êrişî hêzên Kurd kir, Şêx Ehmedê Barzanî hat girtin û ji ber wê jî Mela Mistefayî dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurdan kir.

Hikûmeta Iraqê salekê piştî wî şerî lêborîn ji bo hêzên Pêşmergeyan û malbatên Barzanî derxist û ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmergeyan ve hatin sekinandin. Li sala 1943 dîsa xebata Pêşmergetiyê û bizava Kurdî ji aliyê Mela Mistefayê Barzanî ve dest pê kir.

Mela Mistefayê Barzanî karî şert û mercên wê demê, ku şerê cîhanê yê duyê hebû, her wiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, di feydeyê Kurdan de bi kar bîne û cardin vegere gundê xwe li devera Barzanê. Tevahiya peywendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re qetandin û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû ku Pêşmergeyan şer sekinandiba.

Piştî ku Mela Mistefayê Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike lê piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzanê kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefayî şerekî mezin kir lê paşê vekişiyan devera Kanîreşê ya li ser sînorê Tirkiyeyê ango Bakurê Kurdistanê.

11ê Adara 1970 Barzanî û hikûmeta Iraqê li ser projeya otonomî bo Kurdistanê lihev kir û bo cara yekê di dîroka şoreşên Kurdistanê de, Kurdan karî bi xebata 9 salan destkeftiyeke wisa mezin bi dest bixin.

Li sala 1968ê partiya Beis kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefayê Barzanî bi hikûmetê re dest bi muzakerê kir. Berhema wê muzakerê lihevkirina 11ê Adara 1970ê bû. Li gorî wê lihevkirinê, Kurd bûn şirîkên hikûmeta Iraqê û zimanê Kurdî bû zimanê fermî û Kurdistan jî bû herêmeke xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê lihevkirinê vedizî û li sala 1975ê bi Îranê re li Cezayîrê lihevkirinek îmze kir.

Piştî wê lihevkirina sala 1975ê, careke din Barzaniyê Nemir çavdêrî û serperiştiya danîna bingeha şoreşeke din kir.

Mela Mistefayê Barzanî li dûmahîka sala 1975ê nexweş bû û ji ber wê jî çû Amerîkayê. Barzanî li roja 1ê Adara sala 1979ê li Amerîkayê wexera dawiyê kir. Termê wî bi awayekî demkî li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Piştî Serhildana sala 1991ê, termên Mela Mistefayê Barzanî û Îdrîs Barzanî li roja 6ê Cotmehê ji Rojhilatê Kurdistanê bo devera Barzanê hatin veguhestin û li cihê bûna wan hatin veşartin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment