Hemas pêşniyareke navbeynkaran dipejirîne û Israîl jî danûstandinan li ser dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevgera Hemasê razîbûna xwe li ser azadkirina serbazekî Israîlî-Amerîkayî û çar terman diyar kiriye.

Tevgera Hemasê îro (În, 14ê Adara 2025ê) ragehand, “Em serbazê Israîlî-Amerîkayî azad dikin, tevî wî em çar terman jî didin destê Israîlê ku ji her du zayendan in.

Tevgera Hemasê eşkere jî kir, “Pêşniyareke navbeynkaran ji bo destpêkirina gera duyê ya danûstandinan duhî gehişt me.” Herwesa got, “Bi hestkirina bi berpirsyarîtiyê me sibeha îro bersiva xwe da navbeynkaran.”

Hemasê di bersiva xwe de amaje daye azadkirina serbazê Israîlî Îdan Elîksander, ku nasnameya Amerîkayî heye, û çar terman.

Tevî bersivdana Tevgera Hemasê ji bo navbeynkaran, Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu yekser daxwaza civîneke bilez a ewlehiyê ji bo bersivdana Tevgera Hemasê kir.

 
Fly Erbil Advertisment