Navên serkirde û berpirsên kuştiyên Hemasê hatin parvekirin

Hejmara kuştî û birîndarên îro yên Xezzeyê gehişt di ser hezar û 350 kesan de

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend çavkaniyên Filistînî nasnameyên wan serkirdeyên siyasî û serbazî yên Tevgera Hemasê eşkere kirin, ên ku li serê sibeha îro (Sêşem, 18.03.2025) di hejmareke êrîşên balafirên şerî yên Israîlê de li kertê Xezzeyê hatin kuştin.

Li dû gotinên tîmên Hawarhatina Tendirustiyê û Bergiriya Şaristanî yên kertê Xezzeyê, êrîşên asmanî yên serê sibeha îro (Sêşem, 18.03.2025) ji xwînawîtirîn êrîşên Israîlê tên hejmartin, ji piştî wî şerê ku piştî êrîşa 07ê Cotmeha 2023ê çê bû.

Li dû gotinên çavkaniyên tendirustiyê yên Xezzeyê, zêdetirî 365 kesan di êrîşên îro de hatine kuştin û nêzî hezar birîndaran jî hene, ku piraniya wan jin û zarok in û hejmareke zêde ya qurbaniyên wan jî hêşta di bin kelûpelên xanî û avahiyên heriftî de mane.

Herwesa çend çavkaniyên haydar jî eşkere kiriye, nasnameyên pênc serkirde û berpirsên serbazî û siyasî yên Hemasê ku îro hatine kuştin eşkere bûn, ku ev in:

-         Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemas û Serokê Lijneya Hawarhatinê Ebû Ubeyde Cemasî.

-         Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê Îsam Dealîs.

-         Berpirsê Operasyonên Wezareta Navxwe li Xezzeyê Emîd Behcet Hesen Ebû Sultan.

-         Wekîlê Wezareta Navxwe ya girêdayî Hemasê Mehmûd Ebû Wetfe.

-         Wekîlê Wezareta Dadê li kertê Xezzeyê Ebû Omer Hete.