Livînên geştyarî û bazirganî li deriyê Îbrahîm Xelîl rawestiyan

Deriyê Sinorî yê Îbrahîm Xelîl
Deriyê Sinorî yê Îbrahîm Xelîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Pişka Peywendiyan û Ragehandinê ya Deriyê Sinorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl li ser jikarkeftina livînên geştiyarî û bazirganî li wî derîyî ronkirinekê dide û radigehîne, arêşe teknîkî ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.

Pişka Peywendiyan û Ragehandinê ya Deriyê Sinorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl di ronkirina xwe de welatiyan haydar dike ku, îro (Sêşem, 18.03.2025) ji ber arêşeyeke teknîkî di sîstema pişka pasportan de ji aliyê birêveberiya sinorî ya Tirkiyeyê ve, arêşe ji bo welatiyên hilgirên pasporta Tirkiyeyî çê bûye, lewma jî hatin û çûna geştyarî û bazirganî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ji kar keftiye û arêşe çê bûye.

Pişka Peywendiyan û Ragehandinê herwesa amaje jî daye, “Serperiştê Komelgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl serdana Deriyê Xapûrê kiriye û li ser hevahengiyê berdewam e, ji bo ku ev arêşe bi zûtirîn dem bê çarekirin û livîna geştyarî û bazirganî li wî derîyî asayî bibe ve.”

 
Fly Erbil Advertisment