Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê danê sibê avêtin ser mala Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu û ew binçav kirin.
Hat ragihandin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHP'yî Ekrem Îmamoglû yê ku dîplomaya wî hatiye betalkirin hatiye îro 19ê Adarê binçavkirin.
Alîkarê Serokê Koma CHP'ê Gokhan Gunaydin li ser hejmara xwe ya tora civakî belav kir, “Heta niha 20 wesayîtên tijî karmendên darazê hatin mala Ekrem Îmamoglû.”
Medyaya Tirkiyeyê belav kir, biryara girtinê ji aliyê Serdozgeriya Stenbolê ve hatiye dayîn.
Derbarê operasyona li Stenbolê de, rojnamevanê “Sabah” Abdulrahman Şîmşek nivîsî, operasyoneke berfireh hat lidarxistin û 3 hezar polîs tê de beşdar bûn.
Da zanîn jî, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê de, Akram Îmamoglu jî di nav de, 105 kes hatine binçavkirin.
Zanîngeha Stenbolê diploma Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu û 28 derçûyên din betal kiribû. Sedema betalkirina lîsansê jî ew e ku Îmamoglu li zanîngeheke Qibrisê xwendiye û piştre derbasî Zanîngeha Stenbolê bûye, di dema veguhestinê de jî binpêkirin hatiye kirin, ji ber ku wê demê zanîngeha Qibrisê nedihat naskirin.