Serokê CHPê: Li dijî namzetê me yê serokomariyê darbe hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li ser binçavkirin Ekrem Îmamoglu ragihand, “Li dijî namzetê me yê serokomariyê, darbe hat kirin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHP'yî Ekrem Îmamoglû îro 19ê Adarê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Biryardana bi navê gel, bikaranîna hêzê li şûna îradeya gel an jî pêşîgirtina li wê, derbeyê ye.”
Herwiha Ozgul Ozel got, ji bo ku gel nekaribe serokomarê xwe hilbijêre, hêz hatiye bikaranîn.”
Herwiha got: “Em bi hewla derbeyê ya li dijî serokê me yê paşerojê re rû bi rû ne.”
Serokê Giştî yê CHPê got jî: “Miletê me ji dewleta xwe hez dike, lê eger kesek bixwaze dewletê li dijî milet bixe tevgerê, milet destûrê nade. Hêza rast, ya millet e û di dawiyê de jî dê millet biser bikeve.”
Herwiha tekez kir: “Em teslîm nabin. Di dawiyê de gel dê gotina xwe bibêje û Tirkiye dê biser bikeve.”