82 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir ragihand, wan dest danîn ser 82 kîlo madeyên hişbir û 16 tometbar jî girtin.

Rêveberê Nehîştina Madeyên Hişbir Erkan Bîbanî îro 19ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, wan di du hefteyên borî de hejmarek çalakî li Dihok û Zaxo pêk anîn û tê de karîn hejmarek bazirganên madeyên hişbir desteser bikin.

Bîbanî da zanîn jî, wan dest danîn ser 82 kîlo madeyên hişbir û 16 tometbar jî girtin.

Got jî: tîmên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir di operasiyoneke din de, karî dest danin ser 45 karton derman û hebên ku dema wan derbas bûye ku bi qaçaxî derbasî Herêmê bûne.

Da zanîn jî: Di du operasiyonên din de ku Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir roleke wê ya giring tê de hebû, 1 ton û 100 kîlo hebên kaptagon li Bexdayê û 70 kîlogramên din jî li Mûsilê hatin desteserkirin.

Derbarê hemû gumanbaran de dosye hatine vekirin û dê di çarçoveya Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de bên darizandin.