Almanya: Girtina Imamoglu paşveçûna siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê radigehîne, “Girtina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê paşveçûneke siyasî ye li Tirkiyeyê.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê îro (Çarşem, 19.03.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Girtina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu paşveçûneke siyasî ye li Tirkiyeyê. Em di wî warî de danûstandinan bi Tirkiyeyê re dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê herwesa got, “Ji bo me rêzgirtina li demokrasiyê û bingehên qanûnî ji bo bicihanîna piroseya demokrasiyê şertê bingehîn e.”

Hêzeke ewlehiyê ya Tirkiyeyê li serê sibeha îro (Çarşem, 19.03.2025) çû ser mala Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu û ew girt.

Medyayên Tirkiyeyê parve kiriye, “Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di helmetekê de li Stenbolê çûye ser çend cihan, di nav de jî ew hêz çûye ser mala Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu û ew girtiye.”

Medyayên Tirkiyeyê herwesa eşkere jî kiriye, “Her di çarçoveya wê hemetê de, 104 kesên din jî hatine girtin ku di nav wan de rojnamevan û bazirgan jî hene.”