Xezze.. di 48 seetên borî de nêzî hezar kesan hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê radigehîne ku, di dema du rojên borî de nêzî hezar welatiyên kertê Xezzetê hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (Çarşem, 19.03.2025) ragehand, “970 welatiyên kertê Xezzeyê di dema 48 seetên borî de ji encamê êrîşên asmanî yên Israîlê hatine kuştin.”
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Bi sedan kesên din jî ji encamê wan êrîşan birîndar bûne û bi dehan kes jî winda ne û keftine bin bermayîkên xanî û avahiyên heriftî.”
Wê wezaretê herwesa ron jî kir, “Ji serhildana wî şerî heta niha, 49 hezar û 547 welatiyên kertê Xezzeyê hatine kuştin.”
Artêşa Israîlê li serê sibeha duhî (Sêşem, 18.03.2025) hejmareke êrîşên asmanî kir ser seranserî kertê Xezzeyê, ev jî wekî givaştinekê li ser Hemasê, piştî ku danûstandinên azadkirina revandiyên 07ê Cotmeha 2023ê gehiştine binbestê.
Ji encamê wan êrîşan, zêdetirî 413 kesan hatine kuştin û zêdetirî hezar kesên din jî birîndar bûne û bi dehan kes jî winda ne.