Dest bi ser kompaniyayeke Îmamoglû hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê diyar kir, dest bi ser kompaniya avahîsaziyê ya ku Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu para wî tê de heye, hate girt.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê duh danê sibê avêtin ser mala Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu û ew binçav kiribûn.

Binçavkirina Îmamoglu rastî bertekekên mezin hat û welatî daketin kolanan û ji bo piştgiriya Îmamoglu xwepêşandanên girseyî li dar xistin.

Lê hêzên polîs ên Tirkiyê zû hatin cihê bûyerê û gaza rondikrêj bikar anîn û xwepêşanderan belav kirin.