Xezze: Di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de 37 Filistînî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Filistînî ragihand, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de, herî kêm 37 Filistînî hatin kuştin.
Medyaya Filistînî got, Îsraîlê îro 20ê Adarê danê sibê êrîşên asmanî li ser bakur û başûrê Kerta Xezzeyê pêk anîn, di encamê de jî 37 Filistînî hatin kuştin, 14 ji wan endamên heman malbatê bûn.
Artêşa Îsraîlê duh 19ê Adarê dest bi operasyoneke bejayî ya sînordar li navenda Kerta Xezzeyê kir û ragihand, “Operasyona bejahî sînordar e, bi armanca berfirehkirina qada berevaniyê û danîna xetekê di navbera bakur û başûrê Xezzeyê de.”
Ji aliyekî din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Kerta Xezzeyê ragihand, di 48 demjimêrên dawî de 970 sivîl di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
Got jî, bi sedan welatiyên din jî birîndar bûne û bi dehan jî di bin kavilên xanî û avahiyên hilweşiyayî de mane.
Roja 18ê Adara 2025an, artêşa Îsraîlê zincîre êrîşên esmanî li seranserê Kerta Xezzeyê pêk anîbûn, da ku fişarê li ser Hamasê bike, ji bo dîlan azad bike.
Di êrîşan de, zêdeyî 413 kesan hatin kuştin û zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, ji destpêka şer di 7ê Cotmeha 2023an de û vir ve 49 hezar û 547 kesan li Kerta Xezzeyê hatine kuştin.