Amerîka bo Israîlê: Hûsiyên Yemenê ji me re bihêle

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû raportên rojnamevanî yên Israîlê, Amerîkayê daxwaz ji Israîlê kiriye ku êrîşî Hûsiyan li Yemenê neke.

Rojnameya Yedioth Ahronothê û rojnameya Jerusalem Postê parve kiriye, Amerîkayê daxwaz ji Israîlê kiriye ku xwe ji êrîşên asmanî yên wekî wan êrîşên ku pêştir hêza asmanî ya Israîlê li Yemenê dikirin dûr bike.

Ew daxwaza Amerîkayê di demekê de ye ku, êrîşên moşekî yên vê dawiyê ji Yemenê bo ser Israîlê dest pê kirine.

Rojnameya Jerusalem Postê jî parve kiriye, “Mimkin e Israîl di vê qonaxê de wê daxwaza Amerîkayê qebûl bike û wê biryarê ji Waşintonê re bihêle, ku berî çend rojan destpêkirina helemeteke asmanî ya mezin li dijî Hûsiyan ragehandibû.”

Yemenê duhî (pêncşem, 20.03.2025) du moşek ber bi Israîlê ve arastekirin. Ev jî cara yekê ye ku di du mehan de Hûsî deverên Televîv û Qudsê bikin armanc, lê sîstema bergiriyê ya asmanî ya Israîlê rê li wan moşekan girt.

Amerîkayê îro (În, 21.03.2025) êrîşên xwe yên asmanî ji bo ser cihên Hûsiyan li Yemenê dubare kirin, ev jî di çarçoveya pêşxistina berdewam a wan koman de yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, piştî nûkirina êrîşên moşekî bo ser Israîlê.

Çavkaniyên xwecihî li Yemenê ragehandiye ku, êrîşên asmanî yên Amerîkayê devera Tehîtayê li başûrê parêzgeha Hudeydeyê kiriye armanc. Amaje jî kiriye ku, şeş êrîşên asmanî li devera Fezayê li seet 06:00 ê serê sibehê dest pê kir.