Wezîrê Derve yê Fransayê: Em li dijî girêdana Xezzeyê bi Israîlê ve ne

Jean-Noel Barrot
Jean-Noel Barrot

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê li dijî girêdana axa Xezzeyê bi Israîlê ve ye û Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê jî dibêje, “Eger Hemas revandiyan azad neke, zêdetir axê ji dest dide.”

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (În, 21.03.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Fransa dijatiya her girêdanekê li kertê rojava an kertê Xezzeyê dike.”

Jean-Noel Barrot herwesa got, “Fransa li dijî her girêdanekê ye, vêca peywendî bi kinarê rojavayê ve hebe an jî Xezzeyê.”

Ew daxuyaniya Wezîrê Derve yê Fransayê di demekê de ye ku, Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz ragehandibû, “Min ferman daye ku artêş dest xwe dane ser deverên zêde yên Xezzeyê û şêniyên wê derkevin û deverên serbazî li derdora Xezzeyê berfireh bikin, ji bo parastina pêkhateyên Israîlî û serbazan.”

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê amaje jî dabû, “Hindî Hemas zêdetir tekezê li ser redkirina azadkirina revandiyan bike, dê zêdetir axê ji dest bide û ew ax dê li ser Israîlê bê zêdekirin.”