Artêşa Îsraîlê kuştina Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Hamasê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlî ragihand, wan Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Hamasê Osame Tebiş li başûrê Xezzeyê kuşt.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got, Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Hamasê Osame Tebiş li başûrê Xezzeyê, di operasyoneke îstixbaratê de hatiye kuştin.

Diyar kir jî, Osame Tebiş berpirsê dariştina stratejiya şer a Hamasê li ser erdê û Serokê Yekîneya Şopandin û Armanckirinê bû û wî plana êrîşa 7’ê Cotmehê danîbû û armancên wê diyar kiribûn.

Ji aliyê xwe ve, jêderên Filistînî diyar kirin ku operasyona kuştina Osame Tebiş li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê hatiye kirin.

 
Fly Erbil Advertisment