Waltz: Me hejmareke serkirdeyên bibandor ên Hûsiyan kuştine

Michael Waltz
Michael Waltz

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê radigehîne ku, di êrîşên xwe yên li ser Yemenê de hejmareke serkirdeyên Hûsiyan kuştine. Herwesa dibêje ku,  Waşinton bizavê ji bo hilweşandina temamî ya bernameya atomî ya Îranê dike.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz îro (Yekşem, 23.03.2025) ragehand ku, êrîşên wan ên berî çend rojan li ser Yemenê çend kargehên çêkirina çekî û dezgehên dronên Hûsiyan kirine armanc.

Michael Waltz tekez jî kir ku di wan êrîşên li ser Yemenê de, hejmareke serkirdeyên bibandor ên Hûsiyan kuştine û zirareke zêde jî gehandiye jêrxaneya serbazî ya wê tevgerê.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê herwesa got ku, ew bizavê dikin bernameya Îranê ya atomî bi temamî hilweşînin.

Ajansên nûçeyan û medyaya Hûsiyan jî duhî (şemî, 22.03.2025) parve kir ku, hêzên asmanî yên Amerîkayê sê êrîş kirine ser Tevgera Hûsiyan û çend cihên wê tevgerê li Balafirxaneya Hudeydeyê kirine armanc.

Ajansên nûçeyan û medyaya Hûsiyan amaje jî da ku, ew êrîş li ser bingeha hildana moşek û dronên Hûsiyan li Balafirxaneya Hudeydeyê li bakurê rojavayê Yemenê hatibû kirin.

Çend çavkaniyan jî gotiye ku, dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin. Herwesa tê gotin ku, Fermandarê Deryayî yê Hûsiyan Mensûr Sadî (Ebû Secad) û heft çekdarên din di êrîşa berî du rojan a Amerîkayê de birîndar bûne.