Hemasê kuştina endamekî nivîsîngeha xwe ya siyasî ragehand

Îsmaîl Berhûm
Îsmaîl Berhûm

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî din ê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê di bombebaraneke balafirên şerî yên artêşa Israîlê de li Xezzeyê hat kuştin.

Tevgera Miqawemeyê ya Filistînî (Hemas) îro (Duşem, 24.03.2025) di ragehandinekê de kuştina endamê nivîsîngeha xwe ya siyasî Îsmaîl Berhûm di bombebaraneke balafirên şerî yên artêşa Israîlê de li rojavayê kertê Xezzeyê ragehand.

Li dû wê ragehandinê, dema ku ew endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê li nexweşxaneya Nasirê li bajarê Xanyûnisê yê kertê Xezzeyê dihat çarekirin, Israîlê pişka birîndaran a wê nexweşxaneyê bombebaran kiriye û di encamê de Berhûm hatiye kuştin.

Hemasê bombebarankirina nexweşxaneya xwe wekî “pêşveçûneke metirsîdar ji tawanên şerî yên Zayonistî (Israîl) û binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî” binav kir.

Li dû ragehandineke Wezareta Tendirustiyê li Xezzeyê, nêzî 30 textan li pişka birîndaran a nexweşxaneya Nasirê hebûn, lê ji ber bombebarana Israîlê, ew pişk hemî ji kar keftiye û nikare xizmeta birîndaran bike.

Ev di demekê de ye ku, Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Selah Berdawîl û hevjîna wî serê sibeha duhî (Yekşem, 23.03.2025) di êrîşeke asmanî ya Israîlê ya li ser çadirekê de, li kempeke akincîbûna awareyan li rojavayê Xanyûnisê li başûrê kertê Xezzeyê hatine kuştin.

Li dû amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, ji 07ê Cotmeha 2023ê heta niha zêdetirî 50 hezar welatiyên sivîl ji ber bombebaranên balafirên şerî û teqeya rasterast a serbazên artêşa Israîlê hatine kuştin û zêdetirî 110 hezar kesên din jî birîndar bûne.

 
 
Fly Erbil Advertisment