Neîm Qasim: Amerîka bi rêya Israîlê Rojhilata Navîn parve dike

Neîm Qasim
Neîm Qasim

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê amajeyê dide ku, Amerîkayê pilaneke mezin li Rojhilata Navîn heye û Israîl jî alava bicihanîna wê pilanê ye.

Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim îro (Çarşem, 26.03.2025) di gotarekê de bi helkefta roja cîhanî ya Qudsê ragehand, “Piroje û pilana Amerîkayê li Rojhilata Navîn gelek mezin û metrisîdar e û Israîl jî bi rêya tawanên xwe bi cih tîne.”

Neîm Qasim herwesa got, “Pilana Amerîkayê li destpêkê bi nehêlana pirsa Filistînê û paşî koçkirin û veguhastina şêniyên wê û paştir jî dagirkirina welatên cîran dest pê dike û bi parvekirina deverê bidawî tê.”

Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê amaje jî da, “Israîl bi piştevaniya Amerîkayê dixwaze Rojhilata Navîn kontirol bike û bi wî awayê ew dixwaze dîsa dabimezrîne.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment