Xwediyên hotel û mêvanxaneyan bo pêşwaziya hejmareke zêde ya geştyaran amadekariyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber nêzîkbûna cejna Remezanê, xwediyên hotel û mêvanxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya hejmareke zêde ya geştyaran amadekariyan dikin.
Cîgirê Serokê Komeleya Mêvanxane û Xwaringehên Hewlêrê Şukir Ezîz îro (Çarşem, 26.03.2025) ji malpera K24ê re got, “Piraniya hotel û motelên Hewlêrê di meha Remezanê de mijûlî nûjenkirin û rêkxistina cihên xwe bûn, ji bo ku di rojên cejnê de bi baştirîn awa pêşwaziya geştyaran bikin.”
Cîgirê Serokê Komeleya Mêvanxane û Xwaringehên Hewlêrê herwesa got, “Gelek hotelan ji bo rojên duyê û sêyê yên cejnê peyman bi kompaniyên geştyarî re îmza kirine.”
Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdilmecîd jî ji aliyê xwe ve ji malpera K24ê re got, “Bi lijneyên tevaya parêzgeh û westgehan re hevahengî ji bo pêşwaziya geştyaran hatiye kirin.”
Berdevkê Desteya Geştyariyê amaje jî da, “Em pêşbînî dikin ku piraniya geştyaran û welatiyên navxweyî jî serdana cihên geştyarî û nav xwezaya Kurdistanê bikin.”
Zêdetirî 470 hotelan li Herêma Kurdistanê hene, ku 40 ji wan hotelan pênc-stêrk û brand in.