Amerîkayê êrîş kir ser Hûsiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgehên ragehandinê yên Hûsiyan amajeyê didin ku, Amerîkayê êrîş kiriye ser bingeheke hêzên asmanî li paytexta Yemenê.
Dezgehên ragehandinê yên Hûsiyan îro (Çarşem, 26.03.2025) parve kir ku, Amerîkayê hejmareke êrîşên asmanî kiriye ser derdora Senaya paytexta Yemenê û Birêveberiya Senhanê li başûrê Yemenê.
Wan dezgehên ragehandinê ron jî kir ku, di êrîşên Amerîkayê de bingeha asmanî ya Dilêmiyê li bakûrê Senayê hatiye armanckirin. Herwesa medyayan ragehandiye, “Amerîkayê bi awayekî giştî îşev heft armanc hingaftine.”
Koçka Spî îro (Çarşem, 26.03.2025) eşkere kir ku, ji destpêka operasyonên li ser Hûsiyan ji meha Adarê ve, zêdetirî 100 êrîşan kirine ser Hûsiyên Yemenê. Amaje jî da ku, êrîşên wan li ser Hûsiyan û cihên wan li Yemenê dê berdewam bin.
Ji piştî destpêkirina şerê Israîl û Hemasê, Hûsiyên Yemenê 100 êrîş kirine ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor. Li beranber jî, Amerîkayê operasyona li dijî Hûsiyan ragehandiye.