Ji ber erdheja Taylandê 43 karker winda bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber erdheja bihêz a Taylandê, Serokwezîrê wî welatî rewşa neasayî ragehandiye û heta niha 43 karker winda bûne.

Erdhejeke bihêz îro  (În, 28.03.2025) li Miyanmarê rû da û li Tayland û Çînê hest pê hat kirin, ji ber wê Serokwezîrê Taylandê Paetongtarn Shinawatra rewşa neasayî li Bankokê ragehand.

Ji ber wê erdhejê zirar gehiştiye hejmareke avahiyan û li dû zanyarên polîsan û tîmên hawarhatinê yên Taylandê, ji ber herifîna avahiyekî heta niha 43 karker di bin bermayîkan ve winda ne.

Li dû zanyaran, ew avahî ku di qonaxa çêkirinê de bû û ji 30 qatan pêk dihat dikeve bakurê paytexta Taylandê. 43 karker jî, ku tê de kar dikir, piştî herifîna wî avahî winda ne.

Erdhejekê bi hêza 7.7 pileyên Rêxterê navenda Miyanmarê hejand. Ajansa France Pressê ya fermî parve kiriye, “Ji ber wê erdhejê, hejmareke xizmetkariyên mîtro û şemendefiran li Bankokê hatine rawestandin. Herwesa ji ber bihêziya wê erdhejê, derz keftine rêyan û hejmareke avahiyan jî herifîne. Şêniyên bakurê Taylandê heta Bankoka paytext hest bi wê erdhejê kiriye, û şêniyên Bankokê revîn ser cadeyan.”

 
Fly Erbil Advertisment