Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyên erdheja Miyanmar û Taylandê diyar dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyên erdheja Miyanmar û Taylandê diyar dike û daxwaza zû çarebûnê ji bo birîndaran dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 28.03.2025) di derheqa erdheja Miyanmar û Taylandê de li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyameke hevxemiyê parve kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ez bi rûdana wê erdheja ku Miyanmar û Tayland vegirtin û hejmareke qurbaniyan jê peyda bû gelek dilgiran û nîgeran im.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Ez serexweşiyê li binemalên qurbaniyan dikim û daxwaza zû çarebûnê jî ji bo birîndaran dikim.”

Di pareke din a wê peyamê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza rizgarbûnê ji bo wan kesan dike yên ku heta niha di bin bermayîkên avahiyan de mane.

Li rû raporta ciyolocî ya Amerîkayî, îro (În, 28.03.2025) erdhejekê bi hêza 7.7 pileyên Rêxterê navenda Miyanmarê hejand, ku ji ber wê derz keftine hejmareke rêyên Naypîdawa paytext, herwesa bandor li ser Taylandê jî hebû.

Ajansa France Pressê ya fermî jî parve kiriye, “Ji ber wê erdhejê, hejmareke xizmetkariyên mîtro û şemendefiran li Bankokê hatine rawestandin. Herwesa ji ber bihêziya wê erdhejê, derz keftine rêyan û hejmareke avahiyan jî herifîne. Şêniyên bakurê Taylandê heta Bankoka paytext hest bi wê erdhejê kiriye, û şêniyên Bankokê revîn ser cadeyan.”