Lijneya Dîtina Heyvê: Sibe roja yekê ya cejna Remezanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Sibe roja yekê ya cejna Remezana pîroz e.”
Bi helkefta hatina cejna Remezanê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û Îraq û cîhanê kir û hêvî kir ku, bingehên tebayî û pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibin û zêdetir pêş bikevin.
Ev jî tekista peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:
Bi helkefta hatina cejna Remezanê, ez germtirîn pîrozbahiyan li tevaya Misilmanên Kurdistan û Îraq û cîhanê dikim, xasma ez pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehtreman û hêzên ewlehiyên yên navxwe û kesûkarên serbilind ên şehîd û Enfalkiriyan dikim. ez hêvîdar im bêhnvedana cejnê di xweşî û şahî û tenahiyê de derbaz bikin.
Em ji Xudayê mezin dixwazin ku rojî û îbadetê hemiyan qebûl bike û em hêvîdar in bingehên tebayî û pê pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibin û zêdetir pêş bikevin.
Cejna we pîroz be û herdem bi aştî û tenahî û tendirustî bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
29.03.2025