Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta cejna Remezanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan û Îraq û cîhanê dike û hêvî dike ku, bingehên tebayî û pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibin û zêdetir pêş bikevin.

Ev jî tekista peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:

Bi helkefta hatina cejna Remezanê, ez germtirîn pîrozbahiyan li tevaya Misilmanên Kurdistan û Îraq û cîhanê dikim, xasma ez pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehtreman û hêzên ewlehiyên yên navxwe û kesûkarên serbilind ên şehîd û Enfalkiriyan dikim. ez hêvîdar im bêhnvedana cejnê di xweşî û şahî û tenahiyê de derbaz bikin.

Em ji Xudayê mezin dixwazin ku rojî û îbadetê hemiyan qebûl bike û em hêvîdar in bingehên tebayî û pê pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibin û zêdetir pêş bikevin.

Cejna we pîroz be û herdem bi aştî û tenahî û tendirustî bijîn.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

29.03.2025

 
 
 
Fly Erbil Advertisment