Nêçîrvan Barzanî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê cejna Remezanê li Misilmanan pîroz dike û dibêje, “Ev cejna pîroz helkeft û derfetek e ku em hemî pabendiya xwe bi mana û nirx û peyamên wê yên bilind ji pêkhatin, lêborîn, aştbûn û mirovdostiyê nû bikin.”
Ev jî tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Cejna Remezanê ya pîroz li tevaya Misilmanan li Kurdistanê, herwesa li Îraq û cîhanê, xasma jî li bineml û kesûkarên serbilind ên şehîdan pîroz be. Ez hêvîdar im hemî alî cejn û bêhnvedaneke tena û rehet û pirî bextewerî derbaz bikin û bi xêr û xweşî di ser her kesekî re derbaz bibe.
Ev cejna pîroz helkeft û derfetek e ku em hemî pabendiya xwe bi mana û nirx û peyamên wê yên bilind ji pêkhatin, lêborîn, aştbûn û mirovdostiyê nû bikin, li peywendiyên xwe vegerin û li ser bingeha rêz û viyanê, dostînî û alîkariyê darêjin.
Ez hêvîdar im cejn û helkeftên bên ji bo hemiyan di rewş û serdem û jiyan û jîn û jiyareke baştir de bên, û em hemî pêkve li Herêma Kurdistanê û Îraqê yekrêz û teba bikarin baştir xizmeta gel û welatê xwe bikin.
Cejn li hemiyan pîroz be, her sal bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29.03.2025