Baba Şêxê Êzidiyan cejna Remezanê li Misilmanan pîroz dike

Şêx Elî Şêx Ilyas
Şêx Elî Şêx Ilyas

Navenda Nûçeyan (K24) - Baba Şêxê Êzidiyan bi helkefta cejna Remezanê pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistanê dike, herwesa dixwaze ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyan û xurtkirina pêkvejiyana mirovatiyê.

Baba Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Ilyas îro (Şemî, 29.03.2025) bi helkefta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozkirinê arasteyî Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.

Şêx Elî Şêx Ilyas di peyama xwe de daxwaz jî kiriye ku, ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyan û xurtkirina canê aştî, biratî û pêkvejiyana navbera mirovan û xasma jî gelê Kurdistanê û Îraqê.

 
Fly Erbil Advertisment