Di Cejna Remezanê de hejmarek mezin ji geştiyaran berê xwe dane Diyarbekirê
Diyarbekir (K24) – Otelvan û Geştiyarnasên Diyarbekirê di wê baweriyê de ne ku dê di Cejna Remezanê Diyarbekir ji aliyê hijmara geştiyaran xwe rekorek nû tomar bike. Li gorî zanyariyên Komeleya Otelvanên Diyarbekirê rêjeya tijebûna otelên Diyarbekirê dê di roja yekem a cejnê de bigihîje %100.
Li Diyarbekirê kelecana pêşwaziya Cejna Remezanê di hemû qadên jiyanê de xwe dide der ku di qada geştiyariyê de jî hêvî bo Cejna Remezanê geş in. Otelvanên Diyarbekirê didin zanîn ku bi taybetî piştî ku hate ragihandin betlaneya fermî ya Cejna Remezanê bûye 9 roj ji nişka ve asta tijebuna otelan bilind bû. Otelvan amaje dikin ku ji gelek deveran daxwaza geştiyaran heye ku li Diyarbekirê pêşwaziya Cejna Remezanê bikin.
Otelvan Serdar Ay: “Bo Cejna Remezanê eleqeyek zêde û baş bo Diyarbekirê heye, heta niha tijebuna me %80yî zêdetir buye û wisa bidome dê bibe %100, yên ku bixwazin rezervasyon bikin divê zû bikin.”
Hem Diyarbekiriyên ku dixwazin li bajarê xwe pêşwaziya cejnê bikin, hem jî geştiyarên ku dixwazin li Diyarbekirê geştê bikin di cejnê de berê xwe didin Diyarbekirê û ev yek buye sedem ku ji Stenbol, Izmîr û Enqereyê tîketên bo Diyarbekirê peyda nebin, wek mînak sefera rojane ya firokeyê ya Izmîr û Diyarbekir 1 bû lê ji ber cejnê niha rojane 3 sefer tên kirin û dîsa jî têrê nake.
Xwediyê Kompaniya Geştiyarî Ahmet Gezer: “Niha li Tirkiyeyê bihayê firokeyê na navxweyî herî zêde 6 hezar e lê ji ber ku cih nemaye û cihê ekonomik jî nemaye xelk berê xwe didin busines class û ji ber wê bihayê tîketên firokeyan heta 19 hezar lîre jî diçe.”
Cejna Remezanê ya borî de 500 hezar geştiyaran berê xwe dan Diyarbekirê û niha pêşbînî tê kirin ev hijmar ji 500 hezarî jî bibore.