Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê nûnertiya rasteqîne ya pêkhateyan li ber çavan nagire
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser dibêje, hikumeta li Şamê hatiye ragihandin, heman hikumeta berê bû û bang li desthilata nû ya Şamê kir ku dev ji siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê berdin.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera duh 29ê Adarê avakirina hikûmeta nû ragihand û postên wê yên herî girîng di destê kesayetiyên nêzîkî xwe de hîştin.
Derbarê ragihadina vê hikûmetê de, Rêveberiya Xweser îro 30î Adarê daxuyaniyek belav kir û tê de got, ji ber ku Sûriyeyiyan di encama siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê de yên di serdema rejîma hilweşiyayî de êşên mezin kişandin, hêvî ew bûn ku hikumeteke giştî, pirrengî û piralî li welat bihata avakirin.
Got jî, lê hikumeta ku şeva şemiyê (29’ê Adarê) li Şamê hatiye ragihandin, heman hikumeta berê bû; pirrengî li Sûriyeyê û nûnertiya dadwerane û rasteqîne ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê li ber çavan negirt.
Li gorî Rêveberiya Xweser, ev siyasetên ku hikumeta Şamê îsrar dike ku li ser bimeşe, Sûriyeyê vedigerîne xaka destpêkê ya yekrengiya desthilatê, bidûrxistina pêkhate û aliyên Sûrî ji pêvajoya siyasî ku ev yek dûrî armancên ku Sûriyeyiyan şoreşa xwe lidar xistiye, ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em Rêveberiya Xweser diyar dikin ku her hikumetek pirengî û piraliyê li Sûriyeyê di ber çavan re negire, nikare bi awayekî durist welat bi rê ve bibe, ji wê zêdetir dê aloziyan kûrtir bike.”
Rêveberiya Xweser dibêje: “Sûriyeyiyan banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, hevbeş û nenavendî kir ku mafên welatîbûnê û beşdariya dadwerane di tevahî aliyên jiyana siyasî de hebe û tu aliyek bi tenê Sûriyeyê bi rê ve nebe. Ji lewre em bang dikin ku dev ji siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê berdin, ji wê zêdetir tevahî gelê Sûriyeyê ji pêkhate, ol û mezheban hembêz bikin.”