Sabrî Ok: Dewleta Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Sabrî Ok ragihand, zêdetirî mehekê bi ser banga Ocalan re derbas bûye, lê heta niha dewleta Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêtine. 

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 26 sal in di zîndanê de ye, 27’ê Sibatê bang li PKKê kiribû çekên xwe deyne û xwe hilweşîne. Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Sabrî Ok, di beşdariya kanaleke nêzîkî PKKê de ragihand, zêdetirî mehek dem bi ser banga Ocalan re derbas bûye, lê aliyê dewletê hê jî gavên pêwîst neavêtine. 

Ok got, PKK pabendbûna xwe bi biryara Abdulla Ocalan nîşan da û di vê arasteyê de, 1ê Adarê agirbest ragihand. 

Da zanîn jî, biryarên çekdanîn û xwehilweşandinê biryarên cidî ne û tenê Abdullah Ocalan dikare ji bo vê yekê Kongreyê kom bike û ji Kongreyê biryar derbixe. 

Ok her wiha got, eger Dewleta Tirkiyeyê bixwaze, dikare rêyên çareseriyê bibîne û pêwîst e Abdullah Ocalan bi awayekî azad karên xwe bike. 

Her di vê derbarê de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û tê de got, niha dor hatiye ku PKK bê hincet guh bide banga Ocalan û xwe hilweşîne.