PWK: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî birêzdarî bibîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro 31ê Adarê peyamek di salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed de belav kir û tê de got: “Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.”
Peyama PWKê:
Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.
Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.
Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.
Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.
Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.
Em di 78emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.