Serokwezîr salvegera damezrandina her du partiyên komunîst ên Iraq û Kurdistanê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdisatanê Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê pîroz kir û got, dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê de hebû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 31ê Adarê bi boneya 91 saliya damezrandina her du partiyan peyamek pêşkêşî Sekreter û endamên Komîteya Navendî ya her du partiyan kir.

Mesrûr Barzanî got: “Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komonîst a Kurdistanê dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê û berevanîkirina li maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê de heye.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Ez hêviya serkeftinê di xebata wan a ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û xurtkirina prensîbên azadî û demokrasiyê li Iraqê de, ji wan re dixwazim.”