Li gundekî Binyasê 6 Elewî di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Binyasê, 6 kes ji pêkhateya Elewî di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, grûpeke çekdaran êrîşî gundê Binimre yê li gundewarê Banyas kirin û 6 kes ji pêkhateya Elewî kuştin ku di nava wan de muxtarê gund hebû.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, ew çekdar ji baregeha Dîsne ya leşkerî derketibûn, ku çekdarên ser bi Wezareta Berevaniyê ya rêveberiya nû ya Sûriyeyê lê dimînin.
Jêderên Rewangehê diyar kirin, êrîşkaran berî ku tawana xwe pêk bînin, dirûşmên mezhebî avêtin û gefên rasterast li gundiyan xwarin, ku bû sedema derkeftina tirs û xofê di nava gund de.
Da zanîn jî, piştî wê bûyerê pêleke koçberiyê ji wî gundî dest pê kir.
Ji destpêka îsal ve, 450 kes li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê di encama êrîşên tolhildanê de hatine kuştin, ji wan: 438 mêr, 8 jin û 5 zarok bûn.