Nêçîrvan Barzanî: Bila Cejna Akîto bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina hezkirinê di nav pêkhateyan de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Akîto pîroz dike û dibêje: “Hêvîdar im îsal cejna Ekîtoyê bibe çavkaniya hêviyekê ji bo pêşerojeke baştir, tije pêşveçûn, aramî û rehetî ji herkesî re.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Nîsanê peyamek bi bi boneya Cejna Akîto belav kir û tê de got: “Bi helkeftina sala nû ya 6775an a Babilî-Aşûrî û cejna Ekîtoyê, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemwelatiyên hêja yên Kildan, Aşûrî û Siryan li Kurdistanê, Îraqê û li seranserê cîhanê dikim. Hêvîdar im ku cejna xwe bi xweşî û aramî derbas bikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Cejna Ekîtoyê helkeftineke dîrokî û kevnar a şaristaniyeke bi nirx e, ku kûrahiya rehên çandî û mirovî yên yek ji pêkhateyên herî kevnar ên herêma me nîşan dide. Ev pêkhate ji destpêka dîrokê ve beşdarî avakirina şaristaniyên herêmê û parastina pirrengiya wê bûye.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Di vê helkeftinê de, careke din li Herêma Kurdistanê, em pêgîriya xwe ya ji bo parastina maf û azadiyan û pêşxistina çanda pirrengî, bihevrejiyana aştiyane, lêborîn û qebûlkirina hevdu di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de tekez dikin.”

Herwiha got: “Bila îsal cejna Ekîtoyê derfeteke nû be ji bo xurtkirina hezkirinê, jiyana hevpar û rêzgirtina hevdu ya navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê, herwiha bila bibe çavkaniya hêviyekê ji bo pêşerojeke baştir, tije pêşveçûn, aramî û rehetî ji herkesî re.”

 
Fly Erbil Advertisment