Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Akîtoyê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Akîto, pîrozbahî li welatiyên Kildan, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Nîsanê postek li hejmara xwe ya tora civakî belav kir û bi boneya hatina Cejna Akîto, pîrozbahî li welatiyên Kildan, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Yek ji taybetmendiyên herî berçav ên cejnê, meşa kurt a bi cilûbergên niştimanî ye ku bi navê Meşa Binefşeyî tê naskirin, ku di serdema şahê Babîlê de û di van salên dawî de li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Dihokê, girîngiyeke mezin pê tê dayîn.
Di şaristaniyên Sumer, Babîl, Akad û heta Aşûriyan de, Akîto roja sersalê ye. Cejna sersalê ji roja yekem a Nîsanê dest pê dike û heta diwanzdeh rojan berdewam dike.
Pîrozkirina Sersala Asûrî ya di 1ê Nîsanê de, vedigere serdema yekem a Babiliyan, ango destpêka hezarsala duyem a berî zayînê.