Serok Barzanî serexweşiyê li Berhem Salih dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi rêya tilefonê serexweşiyê li Serokkomarê Îraqê yê berê dike, ji ber koça dawiyê ya birayê wî.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 01ê Nîsana 2025ê) bi rêya tilefonê serexweşî li Serokkomarê Îraqê yê berê Dr. Berhem Salih kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî.
Her di wê peywendiya tilefonî de, Serok Barzanî hevxemiya xwe gehand Dr. Berhem Salih û binemala wî.