Heleb.. HSD û Rêveberiya Ewlekariya Hundirîn 250 girtiyan bi hev diguherin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî peyama di navbera Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) û Ewlehiya Hundirîn a Helebê de, 250 girtî ji girtîgehên herdu aliyan hatin berdan.
Ajansa Sûrî a fermî “SANA” ro 3ê Nîsanê belav kir, Proseya paqijkirina zindanan ji girtiyan di navbera Rêveberiya Ewlekariya Hundirîn a Helebê û HSDê de dest pê kir û hejmara girtiyên bi hev hatine guhartin, gihişte 250 kesan.
Li gorî ku hatiye belavkirin, piroseya azadkirina girtiyan ji herdu aliyan dê li ser sê qunaxan be. Îro 100 çekdarên Sûrî ji aliyê HSDê ve hatin berdan û 150 şervanên HSD jî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin azadkirin.
Her di çarçoveya peymanê de, Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) dest bi vekişandina hêzên xwe ji herdu taxên Kurdan li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) kir. Karwanek îro derket û sibe jî karwaneke din derdikeve.
Ev yek piştî wê tê, HSD û birêveberiya nû ya Sûriyeyê roja 1ê Nîsanê li ser taxên Kurdî yên Helebê peymanek îmze kirin û li gorî wê peymanê, gerentiya parastina dezgehên sivîl ên her du taxan û azadkirina tevahiya girtiyan tê kirin.
Ev pêngav jî, piştî derbazbûna nêzî mehekê ji îmzakirina peymana 8 xalî ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Oonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de tê.
Serokatiya Sûriyeyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.