Siûdiye: Em kiryarên şerxwazane yên Israîlê li Sûriyeyê red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Siûdiyeyê radigehîne, “Em kiryarên şerxwazane yên Israîlê li Sûriyeyê red dikin.” Herwesa got, “Em daxwazê ji Civaka Navdewletî jî dikin ku rêyê nede wan êrîşan bike ser Sûriyeyê.”
Wezareta Derve ya Siûdiyeyê îro (Pêncşem, 03ê Nîsana 2025ê) di ragehandinekê de êrîşên şevêdî yên Israîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û ragehand, “Em bi tundî bizavên Israîla dagirker ji bo têkdana seqamgirî û ewlehiya Sûriyeyê û kiryarên wê yên şerxwazane red dikin.”
Wezareta navbirî tekez jî kir ku, ew kiryarên Israîlê binpêkirina qanûnên navdewletî ne. Daxwazê ji Civaka Navdewletî jî dike ku, rêyê nede Israîlê wan êrîşan bike ser Sûriyeyê.
Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê duhî (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) parve kiribû, “Balafirên şerî yên Israîlê çend cih bombebaran kirine, yek ji wan cihan jî navendeke lêkolînên zanistî li taxa Mesakin Berezeyê ya Şamê ye.”
Li dû ajansên nûçeyan, balafiran tenê Şam bombebaran nekiriye belkî Balafirxaneya Serbazî ya Hemayê û derdora Balafirxaneya T4ê ya Serbazî li Himisê jî bombebaran kirine.