Tirkiye: Israîl bûye sedema neseqamgiriya deverê û peydakirina têkdan û terorê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Tirkiyeyê radigehîne, “Israîl bûye sedema neseqamgiriya deverê û peydakirina têkdan û terorê.” Herwesa dibêje, “Divê Israîlê ji nav axa Sûriyeyê derbikeve.”
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 03ê Nîsana 2025ê) di ragehandinekê de got, “Êrîşên Israîlê li ser welatên deverê bûne mezintirîn gef li ser ewlehiya deverê.”
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê pêdivî jî dîtiye ku, artêşa Israîlê xwe ji nav axa Sûriyeyê vekêşe û wan kiryaran bsidawî bîne yên ku zirarê digehînin bizavên seqamgirkirina Sûriyeyê.
Wezareta navbirî tekez jî kir, “Israîl bûye sedema neseqamgiriya deverê û peydakirina têkdan û terorê.”
Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê duhî (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) parve kiribû, “Balafirên şerî yên Israîlê çend cih bombebaran kirine, yek ji wan cihan jî navendeke lêkolînên zanistî li taxa Mesakin Berezeyê ya Şamê ye.”
Li dû ajansên nûçeyan, balafiran tenê Şam bombebaran nekiriye belkî Balafirxaneya Serbazî ya Hemayê û derdora Balafirxaneya T4ê ya Serbazî li Himisê jî bombebaran kirine.