Civîneke sêalî ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Careke din Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Apikur li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dicivin.

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Sebah Subhî îro (Yekşem, 06.04.2025) ji K24ê re ragehand, “Vê heftiyê Wezareta Petrolê ya Îraqê bi Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) re li ser destpêkirina hinardekirina petrolê dicive.”

Sebah Subhî herwesa got, “Ew civîn ji bo danûstandinên li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye, Nûnerê Apikurê jî tevlî wê dibe ji ber ku ew ji xerciya derxistin û hinardekirina petrolê nerazî ne. Herwesa biryar e Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî jî tevlî wê civînê bibe.”

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Niyeta Îraqê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê baş nîne, ji ber ku ew şandên ku ew ji bo danûstandinan dişîne desthilata biryardanê nîne.”

Ev di demekê de ye ku, Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) li roja 31.03.2025ê di ragehandinekê de nûçeyeke rojnameya Şerqul Ewsetê red kir ku gotibû, “Apikur Hewlêrê ji ber paşxistina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tometbar dike.”

Apikurê ragehandina xwe li ser tora civakî ya Xê parve kir û tekez jî kir ku, kompaniyên endamên wê komeleyê bizavên giştî û taybetî yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê bilind dinirxînin.”

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo hemî welatiyên Îraqê dibe sedema jîn û jiyareke baş.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment