Amerîka: Divê Hizbulah û komên milîşyayan bi zûtirîn dem çekan danin

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkara Şandiyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn dibêje, “Tevî ku em li bendê bûn hêzên fermî yên Libnanê ev kar kiriba, lê çi derfetek li beranberî Hizbulaha Libnanê û komên milîşyayên din nemaye û divê bi zûtirîn dem çekên xwe xwe danin.”
Alîkara Şandiyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn Morgan Ortagus berî bi dawîhatina serdana xwe ya sêrojî ji bo Beyrûtê di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanaleke Libnanî re eşkere kir ku, di wê serdanê de her yek ji Serokê Libnanê Cozêf On, Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam, Seroka Perlemana Libnanê Nebiye Burî û berpirsên din ên hikûmetê û nûnerên aliyên siyasî dîtine.
Morgan Ortagus herwesa ragehand, “Bi awayekî ron û rast, divê Hizbulah çekan dane. Herwesa em bi nîgeraniyên Israîlê dihesin, ku nikare bi vî awayî agirbestê qebûl bike, lewma jî divê Hizbulah û komên din ên çekdar bi zûtirîn dem xwe ji çekan vala bikin. Ev jî ew erk e yê ku divê Hikûmeta Libnanê kiriba.”
Alîkara Şandiyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn tekez jî kir ku, Waşinton dê li ser givaştinên xwe yên li ser Hikûmeta Libnanê berdewam be, ji bo ku şerî bidawî bîne. Ev jî jiçekkirina Hizbulahê û komên din ên milîşyayan vedigire.
Li dû zanyarên hejmareke çavkaniyên nûçeyan ên Libnanê, Morgan Ortagus li Koçka Serokatiyê ya Libnanê bi Serokê Libnanê Cozêf On re danûstandin kirine û haydariyên tund dane wî ji bo ku çalakiyên Hizbulahê bidawî bîne.