Hejmareke welatiyên Filistînî ji ber êrîşeke Israîlê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû çavkaniyên pizişkî yên Filistînê, ji ber êrîşên asmanî û topxaneyên hêzên Israîlê li ser deverên cuda cuda yên kertê Xezzeyê, hejmareke welatiyên sivîl ên Filistînmî hat kuştin û hejmarek jî birîndar bû, ku jin û zarok jî di nav de hene.
Ew êrîşên Israîlê li ser deverên Refeh û Xezze û Xan Yûnisê bûn. Ev jî di demekê de ye ku, şêniyên Dêr Belehê ji ber êrîşên Israîlê ji deverên xwe reviyane.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê parve kiriye, “Balafirên Israîlê xaniyek li ser cadeya Mîkanîkê li naverasta Xan Yûnisê li başûrê kertê Xezzeyê bombebaran kir, di encamê de şeş welatiyên sivîl hatin kuştin ku piraniya wan zarok in û hejmareke din jî birîndar bû.”
Topxaneyên Israîlê deverên bakurê rojhilatê Refehê bi tundî topbaran kirin û hejmareke avahiyan wêran kir, herwesa deverên taxa Şucaiyeyê li rojhilata bajarê Xezzeyê jî toparan kirin û hejmareke welatiyên din li wê derê jî hat kuştin û hejmarek jî birîndar bû.
11 welatiyên sivîl li danê êvarê yê roja Yekşemê di êrîşeke asmanî ya Israîlê de li taxa Tufahê li kertê Xezzeyê hatin kuştin, ku 9 ji wan zarok bûn, herwesa hejmareke din jî birîndar bû.