Şoreş Îsmaîl û General Scott metirsiya dubare zindîbûna DAIŞê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge ligel Paşkoyê Leşkerî yê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê behsa metirsiyên serîhildana DAIŞê û yekxistina hêzên Pêşmerge kirin.
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 7ê Nîsanê pêşwazî li General Scott, ji Paşkoyê Leşkerî yê balyozxaneya Amerîka li Iraqê û şanda leşkerî ya pê re kir.
Di hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge û General Scott behsa pêşhatên dawî û rewşa leşkerî û siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kirin.
Her du alî guftûgo derbarê peywendiyên di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, hêzên hevpeymanan û hêzên Amerîkayê de, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê û metirsiyên serîhildana wê li navçeyê kirin.
Wezîrê Pêşmerge got, Wezareta Pêşmerge di çaksaziyên xwe berdewam e û tevî astengiyên li pêşiya proseyê, wan bi piştevaniya Amerîka û hevpeymanan li Herêma Kurdistanê, wan karî gavên bileztir û cidîtir bavêjin.
Li hemberê, General Scott tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo Wezareta Pêşmerge kir û got: Em kêfxweş in ku çaksazî di nava Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de bûye prensîb û bernameya kar. Ji bo vê jî em berdewam in li ser piştevaniya pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de.