Mehmûd Ebas daxwazê ji Hemasê dike ku êdî behaneyan nede Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Desthilatdariya Filistînê daxwazê ji Tevgera Hemasê dike ku, êdî behaneyan nede Israîlê ji bo êrîşên wê yên li dijî kertê Xezzeyê.
Serokatiya Desthilatdariya Filistînê îro (Sêşem, 08.04.2025) di ragehandinekê de daxwaz ji Tevgera Hemasê kir ku, berpirsyarîtiyê rake û êdî behaneyan nede Israîlê ji bo êrîşên wê yên li dijî kertê Xezzeyê.
Serokatiya navbirî pêdivî dibîne ku, Tevgera Hemasê pabendî helwesta fermî ya Filistînê û pêşengiyên welatên Erebî be û her biryareke yekaliyane û neberpirsyarane rawestîne.
Her wê çavkaniya jêgotî amaje jî da ku, Israîlê pirsa revandiyên xwe ji bo kirina komkujiyên xwe bi kar aniye.