22 sal di ser rûxana rejîma Beis a Iraqê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya 22 salan rejîma Beis li Iraqê hilweşiya û peykerê Sedam Husên li meydana Firdews a Bexdayê hat şikandin. Hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîka di 20ê adara 2003an de dest bi êrîşa li ser Iraqê kir, ku heta 1ê Gulana heman salê berdewam kir.

Piştî çendîn hişyarî ji Sedam Husên re, Amerîka bi navê rizgarkirina Iraqê, dest bi operasyonekê li dijî Iraqê kir û di kêmtirî mehekê de rêjîma Sedam hilweşiya.

Amerîka di 20ê Adara 2003an de dest bi Operasyona Rizgarkirina Iraqê kir û 41 rojan berdewam kir. Di 9'ê Nîsana 2003'an de hêzên hevpeymanan ji çend aliyan ve ketin nava Bexdayê û peykerê Sedam li meydana Firdews a Bexdayê hat şikandin.

Hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê, 177 hezar leşker li Iraqê bi cih kirin, ku piraniya wan leşkerên Amerîkî bû ku 130 hezar leşker bûn, 45 hezar leşkerên Brîtanî, 2 hezar leşker Austuralî û 194 leşkerên Polonî bûn. Armanca operasyonê jinavbirina rejîma Sedam Husên bû û di demek kin de bi serkeftî pêk hat.

Piştî bidawîhatina erkê hevpeymanan, Serokê Amerîkayê yê wê demê George W. Bush û fermandarê hêzên hevpeymanan gotara serketinê li ser gemiya şer Abraham Lincoln li Deryaya Navîn pêşkêş kir. Bush ragihand, operasyona wan a li Iraqê qediya û rejîma Sedam hat rûxandin. Amerîka û hevalbendên wê biser ketin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment