Li Bakurê Kurdistanê rapirsiyek li ser bangewaziya Ocalan hat kirin
Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê rapirsiyek derbarê Bangewaziya Abdullah Ocalan a bo PKKê de hat kirin. Li gorî wê rapirsiyê, %54,6ê beşdaran metna bangewaziya Ocalan erênî dibînin, %14,7ê beşdaran jî metna bangewaziyê neyînî dibînin.
Ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê ve li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê bi 1509 welatiyan re bi awayeke rûbirû rapirsiyek hat lidarxistin.
Di wê rapirsiyê de ji beşdaran hat pirsîn ku bangewaziya Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê çawa dinirxînin, %54,6ê beşdaran metna bangewaziya Ocalan erênî dibînin, %14,7ê beşdaran jî metna bangewaziyê neyînî dibînin.
Pirsek din jî ew e ku ji beşdaran hatiye pirsîn, li gorî we pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye, %62,3yê beşdaran gotine ku qeyrana aborî û bêkarî ye, %23,7ê beşdaran jî gotine ku pirsa Kurdan e, %6,7ê beşdaran jî gotine ku şer û pevçûn in.
Di pirsek din de jî ji beşdaran hatiye pirsîn ku, bawer dikin bangewaziya Ocalan li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne. %42,5ê beşdaran gotine erê û %21,9ê beşdaran jî gotine na.
Di wê rapirsiyê de hatiye pirsîn ku, bawer dikin bangewaziya Ocalan pirsa kurd çareser bike, %41,8ê beşdaran gotine erê, %21,8ê beşdaran jî gortiye na .
Ji bşedaran hatiye pirsîn ku, ji bo ku pêvajo bi awayeke baş bimeşe û aştiya civakî pêk were divê çi were kirin, %35,1ê beşdaran gotine ku divê lêborîna giştî derbikeve, %26,9ê beşdaran gotine ku divê şer û pevçun û operasyon rawestin, %20ê beşdaran gotine ku divê siyasetmedar zimanê dijminjkarî bi kar neyînin.