Tirkiye û Îsraîlê li Azerbaycanê li ser Sûriyeyê hevdîtinên teknîkî kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, yekem civîna teknîkî ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li Azerbaycanê pêk hat û mekanîzmayên dûrketina ji pevçûna di navbera hêzên her du welatan de li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Berdevk û Mişawirê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê yê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk îro 10ê Nîsanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, pêwîst e Îsraîl tavilê êrîşên xwe yên ku armanc dikin yekparçeyiya axa Sûriyeyê û ewlehî û aramiya li Sûriyeyê têk didin, rawestîne.

Akturk got jî: “Ji bo misogerkirina ewlehiya herêmê, divê Îsraîl dev ji tevgerên xwe yên berfirehxwaz û dagirker berde, û divê civaka navneteweyî berpirsiyariya pêşîgirtina li vê tevgera neqanûnî bigire ser xwe.”

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê pabendbûna Tirkiyeyê bi yekparçeyiya xaka Sûriyê û aramiya wê kir û bal kişand ser hevkariya berdewam a bi hikûmeta Sûriyeyê re, ji bo zêdekirina şiyanên parastinê û şerê li dijî terorê.

Diyar kir jî, hemû kiryarên Tirkiyeyê li gorî qanûnên navneteweyî û peymanên dualî têne kirin, bêyî ku zirarê bidin aliyên sêyemîn.

Akturk da zanîn, ji bo li Sûriyeyê bûyerên nayên xwestin neqewimin, ji bo avakirina mekanîzmayekê, duh li Azerbeycanê hevdîtina teknikî ya yekem hat kirin.

Ev pêşhat piştî bicihkirina çend baregehên leşkerî ji aliyê Îsraîlê ve li Sûriyeyê tên, ku ev yek wekî bersivekê li dijî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo avakirina baregeheke leşkerî li Sûriyeyê hate şîrovekirin.

Ajansa Reutersê roja 4ê vê mehê ji ser zarê 4 jêderên Îsraîlî belav kir, “Îsraîlê di vê hefteyê de 3 baregeh li Sûriyeyê bombebaran kirin, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine destnîşankirin ku wan bikin bingehên asmanî.”