Naveroka hevdîtina şanda DEM Partî û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partî derbarê hevdîtina şanda wê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re ragihand, “Hevdîtin di atmosfereke pir erênî, aveker, berhemdar û ji bo pêşerojê hêvîdar derbas bû.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.
DEM Partiyê piştî hevdîtinê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, “Hevdîtina ku me bi birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re pêk anî, di atmosfereke pir erênî, çêker, berhemdar û ji bo pêşerojê hêvîdar derbas bû.”
DEM Partiyê got: “Girîngiya pêvajoya ku em gihîştinê û asta wê hat piştrastkirin û qonaxên di pêş de bi hev re hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku serdemeke ku têde tundî û pevçûn nemîne û qada demokratîk û siyasî were xurtkirin ji bo welat, welatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
Herwiha diyar kir, “Şandeya me û partiya me wê di dema pêş de jî xebatên xwe yên ji bo pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi îrade û baldariyeke xurtir bidomînin. Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû aliyên siyasî û pêkhateyên civakî dikin ku bi pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe hêza xwe li pêvajoyê zêde kirin e.”