Nêçîrvan Barzanî îro bi Recep Tayyîp Erdogan re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna 4emîn Korbenda Antalyayê, gihîşt Antalyaya Tirkiyeyê. Herwiha biryar e îro hevdîtinê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bike.
Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, îro Înê 11ê Nîsana 2025an, li ser vexwendineke fermî gihîşt Antalyaya Tirkiyeyê, ji bo beşdarbûna di Çaremîn Korbenda Antalyayê de.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de dê îşev bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive. Herwiha di perawîza konferansê de jî, dê çend hevdîtinan bi hejmarek berpirsên payebilind ên welatên beşdar re bike.
Hejmarek rêber û berpirsên payebilind beşdarî konferansê dibin, ku dê heta 13ê Mijdarê bidome, li wir ew ê li ser pirsgirêkên cîhanî yên heyî, pirsgirêk û aloziyan û çawaniya çareserkirina wan nîqaş bikin û nêrînên xwe ji hev re pêşkêş bikin.