Li Wanê erdhejek bi hêza 4.1 rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê AFADê ve eşkere kir, li navçeya Zorava ya Wanê erdhejek bi hêza 4.1 rû daye. 

Ji alîye AFADê ve hat aşkerekirin, kûrahiya erdheja ku îro 13ê Nîsanê demjimêr 11.58ê pêk hatiye, 4.42 kîlometre hatiye pîvandin.

Heta niha agahiyên ti ziyanên canî an madî nehatine belavkirin.

Her îro jî, li aliyê Başûrê Kurdistanê li Zaxoyê jî erdhejek hatibû tomarkirin.

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejan a Iraqê diyar kir, erdhej bi hêza 3.1 pileyan li gorî pîvana Richterê bû û 37 kîlometre dûrî navenda Zaxoyê rû da.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment