Şanda Rêveberiya Xweser li Şamê bi Wezareta Perwerdeyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Rêvebriya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo gotubêjkirina sîstema perwerdeyê li Şamê civiyan.
Di çarçoveya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD û Serok Qonaxa Veguhêz a Şamê Ehmed Şera de, şandeyek ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser duh çû Şamê.
Şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, îro 13ê Nîsanê bi armanca gotûbêjkirina mekanîzmeya pêkanîna bendên têkildarî sektora perwerdeyê û rêbazên hevahengiya meteryalan û yekkirina pîvanên fêrkirinê, bi nûnerên Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Sûriyeyê re civiya.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Sûriyeyê Ehmed Tirko ku kurd e pêştir ragihandibû, ew ê bi Rêveberiya Xweser re guftûgoyan li ser sîstema xwendinê bikin û hewl bidin bigihin çareseriyên pêwîst.
Wezîrê Perwerdeyê soz da ku, ew ê krîza derbarê ezmûnên dibistana navîn û amadeyî de li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de çareser bikin û tekez kir, wezaret ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike û li formûlekê digere ku mafên xwendekaran garantî bike.