Parlamentoya Iraqê projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê îro 14ê Nîsana 2015an, bi praniya dengan, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand.
Endamê parlementoya Iraqê Şiwan Kalarî îro 14ê Nîsanê ji K24 re got: Parlamentoya projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand. Helebce mîna hemû 18 parêzgehên din, dê ji hemû mafên ku hikûmeta Iraqê li hember parêzgehan dide, sûd werbigire.”
Ji aliyekî din ve, endamê parlementoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ji K24ê re got: “Ez parêzgehbûna Helebceyê li Serok Barzaniyê pîroz dikim, ji ber ku ew yekem kes bû ku pêşniyar kir ku Helebçe bibe parêzgeh, da ku xizmeta xelkê Helebçeyê bike. Her wiha ez pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û xelkê Helebçeyê dikim.
Bi pesendkirina projeyasayê ji aliyê parlamentoyê ve, Helebce piştî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, diba parêzgeha çarem a parêzgeha Herêma Kurdistanê ku bi fermî hatiye naskirin. Herwiha dibe parêzgariya 19emîn li ser asta Iraqê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Hezîrana 2013’an de avakirina parêzgehekê ragihand ku navenda wê bajarê Helebce ye.
Parêzgeha Helebceyê ji qezaya navendî ya Helebceyê û komelgehên Xurmal, Biyare, Sîrwan û Bemoyê pêk hatiye û bi dirêjahiya 18 kîlometran her du deriyên Şoşimê - Tewêleyê û Pişteyê bi Rojhilatê Kurdistanê re hevsînor e.